Reya Jiyane - Hesen Şetevi - Avesta Yayınları

190.00 TL
9786052246610
Temin Edilebilir
Giriş Yapınız

Ürün satın almak için
lütfen üye girişi yapınız.

Ürün Açıklaması

Kendal Nezan di pêşekiya kitêbê de wiha dibêje:

“Dr. Hesen ?etevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de, di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê.

Pirtûka Dr. ?etevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmiyê çi bûn, peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetiya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû?

Agahdariyên Dr. ?etevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimaniya wî, kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goraniyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne.

Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. ?etevî kaneke agahdariyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmiyê, li ser jiyana civakî ya vê herêmê, li ser “saga”ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat.”

Yazar:
Sayfa:
304 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x21.50 cm
Basım Yılı:
Aralık 2019
Barkod:
9786052246610